Kurdistan | Hejmara herî zêde ya pêketina bi Covid-19 hat ragihandin

27 October 2020 18:05 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara herî zêde ya pêketina bi Covid-19 hat ragihandin

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê  hejmarên herî zêde yên pêketina vîrusa koronaya nû Covid-19 bo rojekê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 1597 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 25 kes jî pê mirine.

Hat diyarkirin ku ji 1597 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 703 kes li Hewlêrê, 169 kes li Silêmaniyê, 651 kes li Duhokê, 28 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê, 12 kes li Raperînê ne.

25 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyan û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha di 24 saetên dawî de 475 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Tevî van amaran hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 71 hezar û 752 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 361 kes û heta niha 40 hezar û 909 kes jî baş bûne.