Kurdistan | Hejmara herî zêde ya pêketinên koronayê li Hewlêrê ye
PeyamaKurd – Wekî gelek welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê jî zêdebûna haletên vîrusa koronayê pêleke nû daye ber xwe û di rojên dawî de hejmarên herî zêde yên pêketin û mirinan têne tomarkirin.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 28ê Cotmehê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand, di nav 24 demjimrên borî de 27 kesên din ji Covid-19 jiyana xwe ji dest dane û1297 kesên din jî pê ketine.
Hat diyarkirin ku hejmara pêketinan ya herî zêde bi 596 kesan li Hewlêrê hatiye tomarkirin û piştî wê jî 153 kes li Silêmaniyê, 458 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 28 kes li Germiyanê, 19 kes li Raperînê ne.
27 kesên can dane jî 6 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyan û 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 664 kes baş bûne.
Amarên giştî li seranserê Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 73049
Mirin: 2388
Başbûn: 41573
Wezareta Tenduristiyê destxweşî li karmendên tenduristiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar kir û car din ji welatiyan xwest, pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin