Li Rojavayê Kurdistanê hejmara mirin û pêketinên korona zêde bû
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û hêrêmên deshilatiya Rêveberiya Xweser, hejmara pêketin û mirinên koronayê zêde bû.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 saetên borî de 38 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa da xuyakirin, 38 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine 3 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 6 kes li Reqa, 7 kes li Tebqa, 4 kes li Dêrezorê û kesek jî li Minbicê ye.
Desteya Tenduristiyê herwiha eşkere kir ku 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketina vîrûsa koronayê gihîşt 8 hezar û 755 kesan, ya mirinan bû 335 kes û heta niha 1253 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin