Kurdistan | Hejmara pêketina korona ya herî zêde hat tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya rewşa vîrusa korona ya rojane de ragihand, di nav 24 saetên dawî de Hezar û 32 kesên din bi vîrusa korona ketine û 26 kes jî pê mirine ku ev hejmara pêketinan ya herî zêde di rojekê de ye.
Wezareta Tenduristiyê bal kişand ser zêdebûna pêketinên vîrusa koronayê û got: “Mixabin ji ber pabendnebûna bi merc û rênimayên tenduristiyê, roj bi roj hejmar û rêjeya pêketin û mirina bi vîrûsa koronayê zêde dibe.”
Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên borî de 1032 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 326 kes li Hewlêrê, 243 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 406 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.
26 kesan jî ji ber vîrûsa koronayê can daye ku 6 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.
Herwiha li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 249 kes ji nexweşiya vîrusa koronayê rizgar bûne ku 114 kes li Hewlêrê, 15 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê, 65 kes li Duhokê û 26 kes li Helebceyê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 62 hezar û 735 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 187 kes û heta niha 37 hezar û 833 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin