COVID-19 | Di 24 saetên dawiyê de tu haletên tûsbûnê nehatin tomarkirin

07 May 2020 13:52 0 dîtin
COVID-19 | Di 24 saetên dawiyê de tu haletên tûsbûnê nehatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di maweyê 24 saetan de hezar û 141 pişkinîn hatine encam dan û tu haleteke nû ya koronayê nehatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, 658 kes li Duhokê, 335 kes li Hewlêrê, 129 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Raperînê bi giştî 1125 kes li 33 cihên ciyawaz di bin karantînayê de ne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 48 hezar û 804 pişkinînê vîrusa koronayê hatine kirin û 391 haletên tûşbûna koronayê hatine tomarkirin.

Ji wê hejmarê jî 350 kes baş bûne, 5 kesan canê xwe ji dest dane û 36 kes li nexweşxaneyan çareseriya pizîşkî werdigirin.