Rojava | Rewsa Covid-19 ya 24 saetên dawî hat eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmên jêr deshilata wan 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 kes jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên bi koronayê ketine 5 mêr û 2 jin in.
Bi van amarên dawî re, li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên bi fermî hatine ragihandin gihîşt 18 hezar û 532 kesan, ya mirinan bû 763 kes û heta niha hezar û 875 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin