Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîst zêdetirî hezar kesan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama rabûna lehiyên ji meha Hezîrana borî ve, li Pakistanê hezar û 33 kesan can daye ku di 24 saetên borî de jî 119 kes ji ber lehiyê mirine.
Rêveberiya Niştimanî ya Rêveberiya Karesatan a Pakistanê daye xuyakirin ku ev barana wêranker, ji ber guherîna keşûhewayê ye ku ji ber “kiryarên ne dadperwerane û ne berpirsyar” li ser asta cîhanê li hember jîngehê pêk tê.
Hat eşkere kirin, di nava 24 saetên borî de, 119 kesan can daye û bi giştî hejmara kesên ji ber lehiyê can dane gihîştiye 1033 kesan.
Heta niha lehiyên li Pakistanê bandor li ser zêdetirî 33 mîlyon kesan kiriye ku bi qasî mîlyonek xanî hilweşiyane û 80 hezar hektar erdên çandiniyê jî zirar dîtine. Dîsa ji ber lehiyê li Pakistanê zêdetirî 3400 km rê wêran bûne û 149 pire jî hilweşandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin