Hejmara kesên di lehiyê de can dane gihîst 77an
PeyamaKurd – Li Derya Reş ya Tirkiyê, hejmara kesên ku di encama lehiyê de can dane, gihîşt 77an.
Li gelek bajarên devera Derya Reş ya Tirkiyê, dawiya hefteya borî ji ber barîna baraneka tund, lehî rabû û ziyanên mezin yên canî û malî gihand wê deverê.
Li gorî amarên fermî yên hikûmetê diyar dikin, heta niha 77 kesan di wê lehiyê de can dane û hîng gelek kes jî wenda ne. Loma tê texmînkirin, hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Lehiyê ziyanên mezin gihandibû bajarên Kastamonu, Sînop û Bartinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin