Hejmara kesên di qezaya Dêrikê de can dane gihîst 20an
PeyamaKurd – Doh 20ê Tebaxê êvarê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, qezayeke trafîkê ya karesateke mirovî bi xwe re anî çêbû ku hejmara miriyan zêde dibe.
Qezaya trafîkê li demjimêr 18:00ê êvarê bi teqîna frêna TIRekê rû dabû û TIRê pêşî li du otomobîlan xistibû. Piştre jî TIReke din dabû nav qelebalixa ku çûbû alîkariya qezaya TIRa yekem û di nav çayxaneyekê de sekinîbû ku dîmenên karessateke mezin derketibûn holê.
Li gorî zanyariyên dawî yên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, piştî serdana cihê bûyerê belav kirine, hejmara miriniyên qezayê gihîştiye 20 kesan û 25 kes jî li nexweşxaneyan têne dermankirin. Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndarên qezayê jî giran e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, heman rojê di qezayeke din a li bajarê Dîlokê rû dabû de, 16 kesan can dabû ku di nav rojekê de bi dehan kes bûn qurbaniyên qezayên trafîkê.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihandiye ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê li ser herdu bûyerên trafîkê vekolîna edlî daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin