Hejmara kesên di erdhejan de can dane 38 hezar derbas kir

17 February 2023 10:40 0 dîtin
Hejmara kesên di erdhejan de can dane 38 hezar derbas kir

PeyamaKurd – Hejmara kesên di erdhejên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, 38 hezar derbas kir.

Li gor AFADê diyar kir, piştî 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wan li navçeyên Pazarcix û Elbîstana Mereşê çêbûn, 4 hezar û 734 piştlerze pêk hatin.

Hat ragihandin, di encama erdhejê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Meletî, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîs û Elezîzê de, 38 hezar û 44 kesan canê xwe ji dest dan û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûn.

Herwiha hat eşkerekirin, 216 hezar û 347 zerarmendên erdhejê ji herêmê ji bo parêzgehên din hatine veguhestin.