AFAD: Hejmara kesên di erdhejan de can dane 45 hezar derbas kir
PeyamaKurd – AFADê ragihand, hejmara kesên di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê û erdhejên piştî wê de jiyana xwe ji dest dane derket 45 hezar û 89an.
Di erdhejên bi lerza 7,7 û ya duyemîn jî bi lerza 7,6an pêk hat de li Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Meletî, Osmaniye, Hatay, Kilîs û Rihayê xisareke mezin çêbû û kesên jiyana xwe ji dest dan bû 45 hezar û 89.
Hejmara kesên ku bi derfetên xwe ji parêzgehên ku erdhej lê bandor bûne derketine an jî piştî ku ji aliyê dewletê ve hatine tehliyekirin li parêzgehên ku çûne qeyda xwe kirine milyonek û 971 hezar.
AFADê ragihand, heta niha 358 hezar kon hatine vedan, li 11 parêzgehan li 332 noqteyan bajarên kon hatine vedan, li 10 parêzgehan û 162 noqteyan jî sazkirina bajarê konteyniran berdewam dike.
Hejmara kesên ku li cihên wek kon, konteyniran, otêl, wargeh û mêvanxaneyên gel hatine bicihkirin 1 milyon û 915 hezar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin