AFAD: Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de can dane gihîst 102 kesan

03 November 2020 12:00 0 dîtin
AFAD: Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de can dane gihîst 102 kesan

PeyamaKurd – Hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de mirine, gihîşt 102 kesan.

Li gor Saziya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD) diyar kir, heta vê sibehê hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de can dane, gihîşt 102 kesan.

AFADê destnîşan kir, bi giştî 994 kes jî di erdhejê de birîndar bûne.

Roja 30 Cotmeha îsal, erdhejek bi tundiya 6.9 pile li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê qewimî. Ji ber wê erdhejê gelek apartman û xanî û avahî hilweşiyan û ziyanek mezin gihîşt bajêr. Gelek kes jî di bin kavilan de man.

Beşek ji wan zindî û beşek jî mirî ji bin kavilan hatin derxistin lê bi gotina berpirsên hikûmetê, heta niha jî hinek kes di bin kavilan de mane, loma tê texmînkirin hejmara qurbaniyan zêde bibe.