Roja pêncemîn a erdhejan | Hejmara kesên can dane 18 hezar û 342 derbas kir
PeyamaKurd – AFADê ragihand, ji saet 08.30an pê ve di erdhejên navenda Mereşê de 18 hezar û 342 kesan jiyana xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) bîlançoya herî dawî ya erdhejên 7,7 û 7,6 ku navenda wê Pazarcik û Elbîstana Mereşê bû eşkere kir.
Di daxuyaniya navborî de hat diyarkirin, li 10 parêzgehan 18 hezar û 342 kesan jiyana xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya AFADê da hat gotin ku "75 hezar û 780 mexdûrên karesatê ji herêmê bo parêzgehên din hatin veguhestin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin