Almanya | Hejmara kesên ji ber lehiyê can dane gihîst 171 kesan

21 July 2021 09:29 0 dîtin
Almanya | Hejmara kesên ji ber lehiyê can dane gihîst 171 kesan

PeyamaKurd – Li eyaletên Rheinland-Pfalz, Bakur-Ren Vestfalya û Bavyerayê yên Almanyayê, beriya çend rojan di encama barana gur de, lehî rabû û gelek kesan ji ber lehiyê can dan. Li gor amarên dawî, hejmara kesên can dane gihîşt 171 kesan.

Li gor daxuyaniya polîsên Koblenzê, li eyaleta Rheinland-Pfalzê hejmara kesên can dane gihîşt 122 kesan û 763 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya Eyaleta Bakur-Ren Vestfalya jî diyar kir, hejmara kesên ji ber lehiyê mirin gihîşt 48 kesan.

Li eyaleta Bavyerayê li herêma Berchtesgadener Landê jî heta niha kesekî can daye.

Li gor van agahiyan, li Almanyayê tevahî 171 kes ji ber lehiyê can dane.