Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê can dane gihîst 27an
PeyamaKurd – Li Behra Reş hejmara kesên ji ber lehiyê can dane, gihîşt 27an. Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) daye zanîn, li Kastamonûyê 25, li Sînopê jî 2 kesan can dane. Li Bartinê kesê/a ku di 11ê Tebaxê de ber bi avê ve çûye, hîn nehatiye dîtin.
Piştî barana gûr li Behra Reş, lehî rabû û bandor li Ûlûsê, navçeya Bartinê, Azdavay, Înebolû, Bozkûrt, Kure û Pinarbaşiyê, navçeyên Kastamonû û Ayancikê, navçeya Sînopê kiriye.
Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylu ji bo lehiya ku li navçeya Bozkûrtê rabûye wiha gotibû: “Karesata herî giran a min dîtiye li vir e, em dikarin bibêjin 5 qat ji ya li Dereliyê (Gîresûn) bûye, girantir e.”
Li gorî daxuyaniya AFADê, gelek kes ji wan navçeyan hatine derxistin. AFADê destnîşan kiriye, li Ûlûsê, navçeya Bartinê 323 kes, li Kastamonûyê li ser hev 925 kes, li Ayancik, navçeya Sînopê jî 472 kes bi helîkopter û beleman hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin