Hejmara miriyên Bahoza Shanshanê zêde bû
PeyamaKurd – Li Japonyayê ev sê roj in pêleke xurt a barîna baranê û bayekî tund gelek herêmên welat daye ber xwe.
Hate ragihandin ku bandora Bahoza Shanshanê li eyaletên Miyazaki, Kagoshima, Nagasaki, Kumamoto, Oita, Fukuoka û Sagayê çêbûye.
Rayedarên japonî diyar kirin ku di encama bahozê de heta niha 6 kesan can daye û 110 welatî jî winda ne.
Herwiha li paytext Tokyoyê jî ji ber barana zêde lehî rabûne û elektrîk li hin herêmên bajêr qut bûne ku çûnûhata giştî jî rawestiyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin