Hejmara miriyên bobelata bahoza Rai gihîst 208 kesan
PeyamaKurd – Li welatê Filîpînê ku çend roj in bahoza bi navê Raî bandorê lê dike, heta niha 208 welatî mirin û tê çaverêkirin hejmar hîn bilindtir bibe.
Berdevkê Polîsê Fîlîpînê eşkere kiriye ku hejmara qurbanên bahoza Ray ku li herêmên navendê û başûrê welat xistiye gihîştiye 208 kesan.
Berpirsên Fîlîpînê beriya niha ragihandibûn ku hejmara qurbanên bahozê 100 kesan derbas kiriye.
Bahoza bi navê Raî çend roj in bandoreke zêde li Fîlîpînê çêdike û heta niha, 400 hezar kes jî derbider bûne û gelek avahî hilweşiya ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin