Hejmara miriyên bobelata asîtê gihîst 33 kesan

05 February 2020 20:47 0 dîtin
Hejmara miriyên bobelata asîtê gihîst 33 kesan

PeyamaKurd – Hejmara dawî ya bobelata aşîtê li navçeya Miksê ya bajarê Wanê gihîşt 33 kesan û 53 kes jî birîndar in. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu çû cihê bûyerê û ragihand, di bûyera aşîta îro de 24 kes mirine û 63 kes ji bin aşîtê hatine rizgarkirin.

Rayedarên Saziya Afat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) ragihandin ku heta niha li navçeya Miksê ya Wanê kesên di bin aşîtê de can dane gihîştiye 33 kesan. Herwiha birîndarên aşîta ku îro bi ser tîmên hawarçûnê de ketiye jî bûne 53 kes.

Parêzgariya Wanê jî ragihand ku heta niha 8 esker, 3 cerdevan, 3 endamên yekîneyên agirkujê û 19 sivîlan di bin aşîtên doh û îro de can dane.

Şevê din li navçeya Miksê bi ser minûbusekê de aşît ketibû û 5 kesan can dabû û 6 kes bi saxî hatibûn rizgarkirin.

Ji bo 2 kesên winda jî îro tîmên hawarçûnê bi rê ketibûn ku ew jî di bin aşîtê de man ku hejmara wan zêdetirî 50 kesan bû.

Li gorî zanyariyan hê jî hejmarek kes di bin aşîtê de winda ne û nehatine dîtin û xebatên rizgarkirinê jî ji ber rewşa xirab a hewayê hêdî dimeşin.