Aram Ebdula: Xwestin meytê Jîna Emînî bi dizî bê vesartin, lê xelkê rêgirî li wan kir

17 September 2022 13:02 0 dîtin
Aram Ebdula: Xwestin meytê Jîna Emînî bi dizî bê vesartin, lê xelkê rêgirî li wan kir

PeyamaKurd – Berpirsê Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand, piştî meytê Jîna Emînî bi rêya balafirê ve anîn Rojhilatê Kurdistanê, xwestin bi dizî bê veşartin, lê xelkê rêgirî li wan kir.

Aram Ebdula diyar kiriye: “Bi rêya balafirê ve meytê Jîna Emînî anîn Seqizê û dixwestin bi dizî îro 17.09.2022yê saet 05:00ê serê sibehê li goristana Ayçî ya nêzîk Seqizê veşêrin, lê berî wê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bangevazî li xelkê kiribûn ku ji bajarên din jî bên û rê nedin bi dizî û bi asanî veşêrin. Ji ber wê jî bi hezaran kes li hemû bajar û gundan hatin û rêgirî li wî karî kirin.”

Di berdewamiyê de eşkere kiriye: “Herçend meytê Jîna Emînî niha hat veşartin jî, lê nerazîbûnekî berfireh ji aliyê gelê Kurdistanê ve li hember wê bûyerê heye ku destdirêjiyên ji aliyê rejîmê ve ji bo ser jinan û bi hinceta rûpoşiyê ve tê kirin ji aliyê civaka Kurd ve nayê qebûlkirin. Navenda Hewkariya Partiyên Kurdistan a Îranê jî bangevazî kiriye ku roja duşema pêş li hemû Kurdistanê grevên seranserê birêve biçin û bendewarî hene ku tiştên girîng pêk bên.”