Hêzên leskerî yên Îranê di hindurê 5 rojan de 14 kolber birîndar kirin

06 September 2022 12:36 0 dîtin
Hêzên leskerî yên Îranê di hindurê 5 rojan de 14 kolber birîndar kirin

PeyamaKurd –  Rêxistina Hengaw a Mafên Mirova diyar kir, di hindurê 5 rojan de 14 kolber bi awayekî rasterast ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatin birîndarkirin.

Hat eşkerekirin ku tenê roja Yekşemê, zêrevanên sînor ên Îranê li navçeyên sînorî yên Merîwan fîşek berdane kolberan, 2 kes birîndar kirine û kolberek jî hatiye desteserkirin.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên zêrevanên sînor ên Îranê roja Yekşemê li navçeyên sînorî yên Newsûd jî du kolberên xelkê Ciwanro birîndar kirine. Roja Duşemê jî kolberek li sînorê Hengejal li navçeyên sînorî yên Bane birîndar bûye.

Wezareta Navxwe ya Îranê destnîşan kiriye ku kolberiyê bi fermî nas nake û her kesê biçe navçeyên sînorî, wek kesekî yasa binpê kiribin danûstandin ligel tê kirin.