Rojhilat | Hêzên Îranê 10 rojan de 32 welatiyên Kurd girtin
PeyamaKurd - Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 10 rojan de, xwendekarên zanîngehan jî di nav de herî kêm 32 ciwanên kurd hatin girtin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser pêla girtina welatiyên kurd di çend rojên dawî de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, di nav 10 rojên dawî de xwendekarên bi navên; Sohîb Badroj, Farzad Samanî, Darya Talebanî, Şîrvan Norî, Salar Rahvî, Shapol Khezrî û Afshîn Mam Ahmad ên ku li Zanîngeha Kharazmî ya Tehranê dixwendin, hatin girtin.
Li gorî rapora KMMKê li bajarê Rabatê Bahman Yusef Zadeh, Farhad Mosa Pûr û Farîdon Mosa Pûr, li Merîwanê Zanyar Mohtamedî, Şirvan Karim Nizhad, Karvan Minoei, Karo Alîdad, Jabar Pîrouzî û Selman Advaeî, li Hewramanê Sîamak Mansourpour û Akram (Mohammad) Advaei, li Sînê Aram Yousef, li Naqadehê Abdullah Hajî Ahmadî, Peyman Hajî Ahmadî û Bayan Gelavij Abdolahî, li Bokanê Azîmah Naserî û Hoseîn Gardeshî û du kesên din ên navên wan nehatine zanîn hatine girtin.
KMMKê, daye xuyakirin ku îşkence li kesên hatine girtin hatiye kirin û çarenivîsa wan hîn jî nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin