HRANAyê amarên dawî eskere kir: 47 ji wan zarok, 300 kes hatine kustin

04 November 2022 21:36 0 dîtin
HRANAyê amarên dawî eskere kir: 47 ji wan zarok, 300 kes hatine kustin

PeyamaKurd – Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên kuştinkariya hêzên rejîma Îranê yên ji destpêka protestoyên seranserî de eşkere kir.

Li gorî HRANAyê heta niha 47 ji wan zarok, 300 xwepêşander li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyên hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.

Hatiye diyarkirin ku 14 hezar û 167 kes hatine girtin ku 385 ji wan xwendekar in û heta niha nasnameya 1753 kesên girtî jî hatiye belavkirin.

HRANAyê daye zanîn, li 132 zanîngeh û 134 bajaran serhildêran xwepêşandan kirine û niha hêzên rejîmê hîn tundtir xwepêşanderan serkut dikin.

Herwiha hatiye bibîrxistin ku hêzên rejîma Îranê bi guleyên şer û saçmeyî teqeyê li xelkê sivîl dikin.