Amarên dawî yên kustin û girtinên xwepêsandanan hatin eskere kirin

12 December 2022 22:26 0 dîtin
Amarên dawî yên kustin û girtinên xwepêsandanan hatin eskere kirin

PeyamaKurd – Xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di meha Îlonê de dest pê kiribûn tevî êrîş û kuştinkariya hêzên Îranê di meha sêyemîn de berdewam dikin.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê HRANAyê amarên dawî yên kuştin û binçavkirina xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî amarên HRANAyê heta niha 488 xwenîşander bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin ku 68 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ne.

HRANAyê eşkere kir ku heta niha 18 hezar û 259 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin û tenê nasnameya 3,784 kesan eşkere bûye.

Hat diyarkirin ku heta niha 625 xwandekar di meşa xwepêşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û bi giştî 1175 xwepêşandanên protestoyî li nav bajar û zanîngehan hatine lidarxistin.

Li aliyê din li gorî amarên Ajansa Nûçegihaniya Mafên Mirovan a Kurdpa jî di meşa serhildanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistanê de, di nav 86 rojan de 119 kes hatine qetilkirin.