Bîlançoya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê giran dibe: Zêditirî 36 kustî û 100 birîndar...
PeyamaKurd – Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê yên piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî destpê kirine de, hêzên rejîma Îranê bi çekên sivik û giran êrîşan dibin ser xwepêşanderan.
Li gorî çavkaniyên ji nav Îranê heta niha zêdetirî 36 kesên sivîl bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin û zêdetirî 100 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê yên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Luristan û hemû parêzgehên din ên Îranê, xwenîşandanên xelkê berdewam dikin û bi piştevaniya hemû neteweyên din yên Îranê û aliyên siyasî, xwepêşandan hîn berfirehtir dibin.
ملت این ویدئو رو ببینید
— Iran Protest (@protestiran01) September 23, 2022
ما خییییلی زیاد و پرجراتیم و اونا خیییلی کم و ترسوئن
فقط کافیه همینطور چند روز ادامه بدیم
دیگه تمومه ماجرا#مهسا_امینی #OpIran pic.twitter.com/Gxb3cvZZkQ
Li gorî zanyariyên dawî yên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên din hatine wergirtin, heta niha zêdetirî 36 kes li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku tenê li bajarê Amol ê ser parêzgeha Mazenderanê 11 kes bi guleyên rejîmê hatine kuştin û li Rojhilatê Kurdistanê jî 11 kes hatine kuştin.
Li gorî ragihandinên ser medya civakî, ji ber qutkirina înternetê û astengiyên rejîma Îranê agahiyên zelal derbarê qurbaniyan de nayên wergirtin û dibe ji hejmarên hatine eşkere kirin gelekî zêdetir bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin