Îran | Li Ehwazê heft rojin xwepêsandanên dijî rejîmê berdewam dikin
PeyamaKurd – Protestoyên li Ehwaz a Îranê ku ji hefteya borî ve ji ber nebûna xizmetguzariyê û qutkirina av û elektrîkê destpê kiribû berdewam dikin. Çend roj berê di êrîşên hêzên rejîmê de, herî kêm 4 xwepêşander hatibûn kuştin ku berpirsên Îranê red kiribûn ku bi destê hêzên wan ew kes hatine kuştin.
Xwepêşanderan di roja heftemîn a xwepşandanan de şevê din li bendera Cinawê ya bajarê Bûşehr jî xwepêşandan kirin û daxwaza karvekêşana Mihafizê bajarê Ehewazê Qasim Sileyman Deştikî kirin.
Hêzên Taybet ên rejîma Îranê êrîşî xwepêşandarên li bajarê Mescid Sileyman ya rojavayê Îranê kirin.
Herwiha xwepêşanderan jî riya di navbera bajarê Behbehan û Şêrazê ji çûn û hatinê re qut kirin.
Li Navçeya El-Ha’î ya parêzgeha Ehwazê jî xwepêşandanek girseyî li dijî rejîma Iranê hat lidarxistin.
Xewpêşandaran daxwaza betalkirina hemû projeyên veguhastina avê û nûvekirina çemên Kara- ElKirxa û Cerahî kirin. Herwiha xwestin hemû girtiyên di xwepêşandanên ji 15ê tîrmehê ve hatine girtin, serbest werin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin