New York Times: Heta niha 109 xwendekarên Afxanî ji bo perwerdehiyê gihîstine Silêmaniyê
PeyamaKurd – Rojnameya New York Times diyar kiriye, heta niha 109 xwendekarên Afxanî ji bo perwerdeya zanîngehê temam bikin, gihîştine Silêmaniyê û biryar e heta dawiya salê ev hejmar 300 xwendekaran derbas bike.
Li gor New York Timesê daye zanîn, hejmarek mezin a xwendekarên Afganî derbasî Silêmaniyê bûne û hêsankarî ji bo xwendekarên Afxanî hatine kirin, da ku bêyî pasaport û vîze li wî bajarî bixwînin.
Piştî ku Tevgera Talîbanê di meha Tebaxê de li Kabûla paytexta Afxanistanê nêzîk bû, xwendekarên Zanîngeha Amerîkî hewla derketina ji Afxanistanê dan, ji ber ku Talîban wan weke "kafir" bi nav dike.
Dema Talîban bajarê Kabêlê kontrol kir, Zanîngeha Amerîkî ku ji aliyê darayî ve ji hêla Amerîkayê ve dihat piştevanîkirin, weke "stargeha kafiran" bi nav kir, xwendekarên wê jî weke "sîxûr" wesf kir.
Xwendekareke Zanîngeha Amerîkayê ya bi navê Neda, tevî çend hevalên xwe hemû belge û tomarên xwendekaran di nava çend saetan de şewitandin, da ku nav û navnîşanên xwendekaran nekeve destê Talîbanê.
Neda destnîşan kiriye, her çiqas karmendên biyanî yên Zanîngeha Amerîkî ya li Afxanistanê demildest ji bo Balafirgeha Kabûlê hatine veguhestin, lê xwendekarên Afxanî ji balafirgehê hatine derxistin û ji wan re gotine "hûn Afxanî ne û ne biyanî ne", loma rewşa wan xwendekaran li derveyî balafirgehê gelek xerab bûye.
Pişt re biryar hatiye dayîn ku ew jî werin rizgarkirin û di 21ê Tebaxê de Neda û çend xwendekarên din ên Afxanî bi rêya geşteke Qeterê, ji Afxanistanê derketine, Neda dibêje: “Ti bijardeyeke me ya din tune bû.”
Neda diyar kiriye: “Me ji malbata xwe re negot me dibin Iraqê, ji ber ku em dizanin ji malbatên me re hatiye gotin ku 'li Iraqê teqîn û rêxistina DAIŞê hene', loma em neçar man ku vê mijarê eşkere nekin.”
Xwendekareke din a bi navê Maşal dema ligel karwana yekem a xwendekarên Afxanî gihîştiye Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê, fêm kiriye ku ew metirsî tune ye ku jê ditirsiyan.
Xwendekarên Afxanî dema gihîştine Silêmaniyê, ji aliyê Serokê Zanîngeha Amerîkî û mamosteyan ve di nîvê şevê de hatine pêşwazîkirin û dema dîtine ku dîwarên zanîngehê bilind nînin û bi hêzên ewlehiyê nehatine dorpêçkirin, mat mane.
Li gor zanyariyan, heta niha 109 xwendekarên Afxanî gihîştine Silêmaniyê ji bo ku li Zanîngeha Amerîkî bixwînin, tê pêşbînîkirin ku heta dawiya îsal hejmara xwendekarên Afxanî bigihîje 300 kesan, ku bêyî pasaport û vîze ji aliyê Serokomarê Iraqê ve hêsankarî ji bo wan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin