Fransî, car din li dijî Macron daketin kolanan!

16 June 2023 15:30 0 dîtin
Fransî, car din li dijî Macron daketin kolanan!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin ragihandin, li Fransayê ji ber daxwaza zêdekirina mûçeyan ku li ber enflasyonê heliyane, gel car din daket kolanan.

Hat diyarkirin ku Fransiyan qadên paytext Parîsê dagir kirin û dirûşimên li dijî Serokomarê Fransayê Emmanuel  Macron berz kirin.

Li gorî hat destnîşankirin, xwepêşandêrên ku daxwaza zêdekirina mûçeyên ku li ber enflasyonê heliyane, li dijî buhabûna enerjî û pêdiviyên bingehîn serî hildan.

Her wiha hat zanîn ku Fransiyan, di nav qeyrana sotemeniyê de yek ji xwepêşandanên girseya van salên dawî organîze kirin.

Hat diyarkirin ku xwepêşandêran daxwaz kir ku temenê teqawidbûnê jî bibe 60 sal û li dijî qeyrana avhewayê bergirên bi bandor bên girtin.