Sanda ku Macron erkdar kiribû serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin şandeke ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin, serdana Rojavayê Kurdistanê kir û berpirsên rêveberiya Xweser re civiya.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) bi daxuyaniyekê ragihand, şandeke ji Fransayê serdana herêmên Rêveberiya Xweser kiriye ku ji aliyê serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin.
Hate diyarkirin ku şande ji wezîrê berê yê perwerdeya nîştimanî Michel Blanquet, nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa pêk dihat.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku sedema serdanê peyama piştgiriyê ya serokomarê Fransayê ya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya wê bûye.
Şanda Fransî li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji aliyê hevseroka daîreyê Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, nûnerên Rêveberiya Xweser behsa êrîşên domdar ên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, bandora êrîşan li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampan hate kirin.
Wezîrê berê yê perwerdeya nîştimanî Michel Blanquet ragihand, armanca serdanê ew e saziyên Rêveberiya Xweser nas bike û nameya serokomarê Fransayê ya piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya wê re ragihîne. Blanquet got ku bi vê serdanê dixwazin teqez bikin ku hevkariya di navbera Fransa û Rojavayê Kurdistanê de berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin