Macron serdana xwe ya Ûkraynayê taloq kir

12 February 2024 15:49 0 dîtin
Macron serdana xwe ya Ûkraynayê taloq kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana xwe ya Ûkraynayê, ji bo demeke nediyar taloq kiriye.

Qesra Elysee ragihand ku serdana Macron ji ber sedema ewlehiyê hatiye taloqkirin.

Hatibû plankirin ku di serdana Emmanuel Macron a Ûkraynayê de Konseya Kar a Fransa û Ûkrayna jî civîneke li dar bixe û Macron jî beşdarî vê civînê bibe.

Di çarçoveya sedranê de wê Macron sibê serdana bajarê Odesa ku ji alî Frensiyan ve hatiye avakirin bikira û dûre derbazî Kîevê bibûya.

Macron berî çend rojan diyar kiribû ku wê Fransa li ser peymaneke dualî bixebite da ku di hefteyên pêş de piştgirîya ewlehiyê ji Ukraynayê re peyda bike û soz dabû ku ew ê di vê serdana xwe de peymanê îmze bike.