Amerîkayê kestiya ser li Tengava Stenbolê lenger kir
PeyamaKurd – Keştiya şer a Amerîkayê USS Nitze gihîşt Stenbolê û li Dolmabahçeyê lenger kir. Balyozê Amerîkayê Jeffry L.Flake serdana keştiyê kir.
Flake wiha got: "Tirkiye û Amerîka hevalbendên baş in. Ev bajar bajarekî ecêb e û deryavanên me jî wê dibînin. USS Nitze keştiyek ecêb e û xebatkarên wê derdora 350 kesî ne."
Keştiya şer a USS Nitze ya girêdayî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê saet di 08.00 de ji Sarayburnuyê ket Tengava Stenbolê. Tîmên Ewlekariya Peravê dema keştiyê di ketina tengavê de pê re bûn. Ekîb li keştiya 155 metreyî siwar bûn û li Stenbolê temaşe kirin. Hat dîtin ku li ser keştiyê li gel ala Amerîkayê ala Tirkiyeyê jî hatiye daliqandin.
Balyoz Flake û Serbalyoza Amerîkayê Julie A. Eadeh danê sibehê keştî ziyaret kirin. Hate hînbûn ku keştî bi armanca serdaneke asayî ji bo Tirkiyeyê di çarçoveya xurtkirina hevpeymaniya NATOyê de ji Îtalyayê derketiye û wê du sê rojan li Herêma Marmarayê bimîne.
Balyozê Amerîkayê Flake di balafirê de got: "Dostaniyên me bi Tirkiyeyê re hene. Tirkiye û Amerîka hevalbendên baş in. Em kêfxweş in ku bi Serbalyoza xwe Julie A. Eadeh re li vir in. Ev bajar bajarekî ecêb e û deryavanên me wê dibînin." Piştî Flake fermandara keştiyê Albay Katie Jacobson axivî û got, "Beriya her tiştî em li vir rûmet e. Tirkiye hevalbend û dosteke me ya bi nirx e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin