Kestiya ser a Amerîkayê ji Tengava Taywanê derbas bû

06 January 2023 13:13 0 dîtin
Kestiya ser a Amerîkayê ji Tengava Taywanê derbas bû

PeyamaKurd Hat diyarkirin ku keştiya şer a Amerîkayê ya ku fuzeyên rênîşander hilgirtibû ji Tengava Taywanê derbas bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin, derbasbûna keştiya fuzeyên rêberî ya çîna Arleigh Burke ya USS Chung-Hoon di rêya behrê ya ku Çîn û Taywanê ji hev vediqetîne "çalakiyek rûtîn e ku li gorî hiqûqa navneteweyî tê kirin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Derbasbûna keştiyê di Tengava Taywanê de nîşana pabendbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo Hînd-Pasîfîkeke azad û vekirî ye. Hêzên çekdar ên Amerîkayê, wê li ku derê hiqûqa navneteweyî destûrê bide wê bifirin, keştiyê bikin û tevbigerin."

Fermandariya Eniya Rojhilat a ku ji herêmên Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PRC) ku Taywan jî di nav de ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan keştî tespît kirine, li derbasbûna wê temaşe kirine û di hişyariyê de ne.