Kestiya ser a Amerîkayê ji Tengava Taywanê derbas bû

23 August 2024 10:33 0 dîtin
Kestiya ser a Amerîkayê ji Tengava Taywanê derbas bû

PeyamaKurd – Di daxuyaniya Fîloya 7emîn a Amerîkayê ya li Okyanûsa Pasîfîkê da keştiya îmhayê ya USS Johnson ku moşeka rêvebir a çîna Arleigh Burke hildigirt hat diyarkirin, "Wê di nav avên Tengava Taywanê re derbasbûnek rûtîn kir, ku tê de li gorî yasayên navdewletî azadîya deryaya vekirî û firînê heye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiyê korîdoreke ku ne di nav avên axa ti welatên ku sînorên tengavê de ye bi kar aniye û wiha hat gotin, "Derbasbûna USS Johnson a ji Tengava Taywanê nîşaneya pabendbûna Amerîkayê ye. ji bo hemû welatan di prensîbê de parastina azadiya deryavaniyê ye."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nabe ti endamekî civaka navdewletî neçar bimîne ku dest ji maf û azadiyên xwe berde. Hêzên Çekdar ên Dewletên Yekbûyî wê li ku derê qanûnên navneteweyî destûr bide firîn, keştî û operasyonê bidomînin."