Kestiya ser a Amerîkayê derbasî Derya Spî dibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiya şer a Amerîkayê ya bi navê ‘USNS Yuma’ ji kendava Çanakkaleyê derbas bûye û ber bi Derya Ege û Derya Spî ve bi rê ketiye.
Keştiya navborî xwedî 103 metre dirêjahî ye ku niha belemeke deryavaniya Tirkiyê ligel wê ye.
Li gorî zanyariyan wê ew keştiya mezin a Amerîkayê piştî ji Derya Egeyê derbas bibe, derbasî Derya Spî bibe ku ev demek e di navbera Tirkiye-Yûnanistanê de bûye cihê aloziyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin