Amerîkayê kestiya Eisenhower û 12 kestiyên din anîn Derya Spî

26 July 2020 18:34 0 dîtin
Amerîkayê kestiya Eisenhower û 12 kestiyên din anîn Derya Spî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê ji bo tetbîqata hevbeş a ligel hêzên asmanî yên Yunanistanê li dorûbera Girova Girîtê keştiya nukleerî û 12 keştiyên din ên şer şandine Derya Spî.

Hat ragihandin ku keştiya balafirên şer a Amerîkî Eisenhower jî gihîştiye Derya Spî ku ji Kendava Suveyşê derbas bûye.

Ev pêngava Amerîkayê nîşan dide ku Amerîka girîngiyê dide bûyerên li Rojhilatê Derya Spî ku niha di navbera Tirkiye, Yunanistan û welatên Derya Spî yên Ewropayê de bûye cihê rageşiyê û bilindbûna tansîyonê.

Hêjayî gotinê ye, Yunanistan bi vê hemleya xwe ya tetbîqata leşkerî ya ligel hêzên Amerîkî hişyariyeke xurt dide Tirkiyê ku dixwaze derbarê dabezîna avên Derya Spî bo lêgerînên gaz û petrolê bi Tirkiyê paşde gav bide avêtin.