Hûsiyan bi dronan êrîsî kestiya bazirganî kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevanê wan e, li Deryaya Sor keştiyeke bazirganî kirin armanc.
Saziya Bazirganiya Deryayî ya Navdewletî (UKMTO) bi daxuyaniyekê ragihand ku Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike, li Deryaya Sor keştiyeke bazirganî bi doranan kirine armanc.
Hate diyarkirin ku Hûsiyan bi dronan êrîş biriye ser keştiya bazirganî ya 120 kîlometran dûrî bendera Hudeydeyê.
Li gorî daxuyaniyê hemû muretebatê keştiyê bi selamet e û keştî di rêgeha xwe de berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin