Hûsiyan vê carê êrîsî kestiya Yûnan kir: ‘Rojê 10 milyar dolar xisar digihe bazirganiya cîhanê’
PeyamaKurd – Tevî ku bi pêşengiya Amerîka û Brîtanyayê, ji bo rawestandina êrîşên Hûsiyên ser keştiyên bazirgangî yên Derya Sor, destwerdan tê kirin jî êrîşên Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike didomin.
Herî dawî keştiyeke bazirganî ya bi alaya Malta ya Yûninastinê li deryaya Sor kete ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û xirsar gihîşt keştiyê.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Hûsiyên Yemenê di êrîşeke nû de keştiyeke barhilgir a Yûnanê ku bi alaya Maltayê bû û ji Vîetnamê ber bi Îsraîlê ve diçû kiriye armanc û xisareke kêm bi vê gemiyê ketiye û ew keştiyê rêya xwe guherî ye û ber bi Îsraîlê ve diçe.
CENTCOMê ragihandiye ku hêzên Amerîkayê bi êrîşeke ser binkeyeke Hûsiyan ku ji bo veguhestina deryayî bûbû gef 4 moşekên balîstîkî yên Hûsiyên bi ser Îranê ve teqandine.
Li aliyê din, rojnameya Le Monde ya Fransî raporek li ser ziyana êrîşên Hûsiyên Yemenê û alozkirina rewşa veguhestina deryayî li deryaya Sor belav kiriye û daye xuyakirin, karê veguhestina dereyayî rastî pirsgirêkan hatiye û bi vê sedemê her roj nêzî 10 milyar dolar xisar digihe bazirganiya cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin