Hûsiyan vê carê jî êrîsî kestiya Norwêcê kir: Centcomê daxuyanî da...
PeyamaKurd – Piştî şerê Xezzeyê yê Îsraîl-Hemasê Kom Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevaniya wan dike, gef û êrîşên xwe yên li Derya Sor li ser keştiyên bazirganî zêde kirin.
Hûsiyan herî dawî li peravên Yemenê keştiyeke Norwecê kir armanc ku di keştiyê de ti windahî çênebûn.
Beriya wê Hûsiyan bi du dronan êrîşî keştiyeke fransî ku berpirsên fransî ragihandin ew her du drone hatine xistin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn (Centcom) ragihand ku tankera kîmya û petrolê ji aliyê fuzeyekê ve hatiye hedefgirtin û di keştiyê de agir derketiye.
CENTCOMê diyar kir keştiyeke a Amerîkayê ya bi navê USS Masonê ji bo alîkariyê xwe gihandiye keştiyê.
Armatorê Norwecê Ludwig Mowinckels, bûyer piştrast kir û da zanîn, di nava koma ku hemû welatiyên Hîndîstanê ne û karîbûn şewatê vemirînin de kesek birîndar nebûye.
Hate diyarkirin, “Keştiya ku bi madeyên xam ên biyosotemeniyê ji Malezya ber bi Îtalyayê ve bi rê ket, niha ber bi bendergeheke ewle ve diçe.”
Berdevkê leşkerî yê Husiyan Yehya Sarî jî berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û got: “Yekîneyên deryayî yên girêdayî hêzên çekdar ên Yemenê, tankera petrolê ya Norwêcê ya bi navê Strinda ku sotemenî dibir Îsraîlê, hedef girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin