WSJ: Rûsyayê ji bo êrîsî kestiyên bazirganî bikin îstixbarat da Hûsiyan
PeyamaKurd – Rojanameya Amerîkî The Wall Street Journal (WSJ), ragihand ku Rûsyayê destpêka sala 2024an ji bo êrîşî keştiyên bazirganî li Deryaya Sor bikin, îstixbarat daye Hûsiyên Yemenê.
Li gorî nûçeya WSJê, Rûsyayê ji bo êrîşên Hûsiyan bi ser keştiyên bazirganî yên Deryaya Sor de, agahiyên peykan û îstixbarat bi Hûsiyan re parve kiriye.
Di nûçeya The Wall Street Journal (WSJ) de, bi zarê çavkaniyekê hatiye îdiakirin ku Rûsyayê ji bo êrîşî keştiyan li Deryaya Sor bikin, bi rêya Sûpaya Pasdarên Îranê agahiyên îstixbarî bi Hûsiyan re parve kirin û dîmenên peykan dane wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin