Esper: Wê hêzên deryavaniya Amerîkayê hevaltiya kestiyên bazirganî bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper pesendkirina wezîrtiya wî li senatoya Amerîkayê di yekem gotara xwe de li ser mijara gengeşiya li Kendava Hurmuzê bi Îranê re axivî.
Esper got ku ji ber tehdîda Îranê, dê êdî li Kendava Hurmuzê hêzên deryavaniya Amerîkayê yên ala Amerîkî hevaltiyê bikin.
Esper diyar kir ku îngilîz jî hevaltiyê li keştiyên xwe dikin, li gor nirxandinên me yên ser xeteriyê emê jî vê bikin û em bawerin welatên din jî keştiyên xwe biparêzin.
Wî herwiha da zanîn ku ev nayê wateya bicihkirina keştiyên şer li herêmê, lê Amerîka difikire ku ev yek bi Îranê paş da gav bide avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin