Cara yekem efserekî Pêsmerge pileya xwendina bilind a Hêzên Deryavaniya Amerîkayê wergirt
PeyamaKurd – Cara yekem efserekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê qonaxa Scholl a xwendina bilind li hêzên deryayî yê Amerîkayê temam kir û bû yekem efserê Pêşmerge ku ew qonaxa xwendina bilind a leşkerî bidawî kir.
Konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê îro 15ê Nîsanê li ser rûpela xwe ya fermî ya facebookê pîrozbahî li Muqedem Husên Mehdî Xurşîd kir ku ‘Wek yekem efserê Pêşmerge ye li Scholl xwendina bilind a hêza deryayî ya Amerîkayê li Monere li eyaleta California ya Amerîkayê xwendina xwe di pileyeke bilind de temam kiriye.’
Konsolxaneya Amerîkayê bal kişand ser ku xwendin di wê navenda leşkerî ya bilind de girînge ji bo piştrastbûna ku Pêşmerge û hêzên leşkerî û ewlehiyê yên din dibin xwedî ezmûna pêwîst ji bo tekoşîna pêşhateyên leşkerî yên hemdem
Konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li Muqadem Husên kir û diyar kir, “Ew bi serbilindî nûnertiya Pêşmerge û herêma Kurdistanê dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin