Li Nexwesxaneya Pêsmerge cara yekem nestergeriyeke guhertina movikan hat kirin

05 October 2023 12:06 0 dîtin
Li Nexwesxaneya Pêsmerge cara yekem nestergeriyeke guhertina movikan hat kirin

PeyamaKurd – Li Nexweşxaneya Pêşmerge ya Hewlêrê, cara yekem neştergeriyeke guhertina movikan ji jineke 63 salî re hate kirin.

Li gor Rêvebirê Nexweşxaneya Pêşmerge Behêz Ebdullah ji K24ê re daye zanîn: “Ew jina ku neştergeriya guhartina movikê jê re hatiye kirin, dayika efserekî Pêşmerge ye ku movika çoka wê hatibû girtin.”

Herwiha Behêz Ebdullah eşkere kiriye: “Roja piştî neştergeriyê, ew nexweş dikare bi tena serê xwe biçe malê.”

Eyşe Ebdullah, jina li Nexweşxaneya Pêşmerge neştergerî jê re hatiye kirin qala xizmetên nexweşxaneyê kiriye û daye zanîn: “Bijîjk û ​​karmend pir baş in, ew nexweşxaneyeke paqij e û bi rêz pêşwazî li nexweşxaneyan dikin.”

Li gor tê zanîn, ev cureyê neştergeriyê, li nexweşxaneyên taybet zêdetirî 5 hezar dolar lê diçe, ku her kes nikare wê bike.

Li Nexweşxaneya Pêşmerge ya Hewlêrê rojane hemû xizmetguzariyên bijîşkî, testên laboratuarî, derman û neştergerî ji bo zêdetirî 60 kesan bê pere tê pêşkêşkirin.

Weke tê zanîn, Nexweşxaneya Pêşmerge ya ku ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve hatiye avakirin, roja 24.2.2019 radestî Wezareta Pêşmerge hatiye kirin û demekê bi awayekî ne fermî ji bo dermankirina nexweşên Koronayê dihat bikaranîn, di 1/3/2/2019 de jî bi fermî hat vekirin.