CENTCOM: 18 balafirên bêmirov û 3 mosekên Hûsiyan hatin xistin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser êrîşên Hûsiyên Yemenê yên li Deryaya Sor ku daxuyanî da.
CENTCOMê ragihand ku hêzên Amerîka û Brîtanyayê li Deryaya Sor 18 balafirên bêmirov û 3 moşekên Hûsiyên Yemenê ku avêtine Behra Sor xistine xwarê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çalakiya ku pêk hatiye de tu ziyan neghiştiye hêzên Amerîkayê.
Herwiha CENTCOMê diyar kiriye, ji 19ê Mijdarê û vir ve 26emîn êrîşa Hûsiyan e ku li dijî keştiyên bazirganiyê hatiye kirin.
Hûsiyên Yemenê ji aliyê Îranê piştevaniya wan tê kirin û piştî şerê Îsraîl-Hemasê, li Deryaya Sor êrîşên ser keştiyên bazirganî zêde kirine.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî 18ê Kanûna borî avakirina hêzeke leşkerî bo rûbirûbûna êrîşan ragihandibû. Armanca hêza deryayî tedbîrên dijî êrîşên Hûsiyan û rawestandina wan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin