CENTCOM: 4 balafirên bêmirov û mosekek hatin xistin

14 March 2024 18:11 0 dîtin
CENTCOM: 4 balafirên bêmirov û mosekek hatin xistin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan li Yemenê 4 balafirên bêmirov û moşekeke ji erd bo hewa ya Hûsiyan xistiye xwar.

Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser Xê hatiye belavkirin de hatiye gotin: "13ê Adarê saet di navbera 02.00 û 16.50an de li gorî dema dema Sanayê, Hûsiyan ji herêmên di bin kontrola xwe de moşekeke balîstîk a li dijî keştiyan avêt Kendava Edenê. Zirarên canî û yên madî çênebûn. Piştre CENTCOMê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de 4 sîstemên hewayî yên bêmirov û moşekeke ji erdê bo hewayê îmha kirin."

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ev çek xetereyeke mezin li ser keştiyên bazirganî û keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê yên li herêmê çêdikin.