Ukrayna: 18 balafirên bêmirov ên Rusyayê, hatin jinavbirin!
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Fermandariya Asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ve hat dayîn, hat ragihandin ku hêzên Rus bi dehan êrîşên asîmanî li dijî Ukraynayê kirine.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku artêşa Rusyayê, bi 24 balafirên bêmirov êrîşî herêmên cuda yên Ukraynayê ku Kiev jî di nav de ye, kirine.
Fermandariyê ragihand ku ji van êrîşên ku bi balafirên bêmirov ên "Şahed-136/131" hatine kirin, 18 balafir ji aliyê hêzên Ukraynayê ve li asîmên hatine jinavbirin.
Her wiha di daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Leşkerî ya Kievê de jî hat destnîşankirin ku artêşa Rusyayê di saetên serê sibehê de li dijî Kievê êrîşeke bi balefirên bêmirov kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin