Ukrayna: Bi dehan balafirên Rusyayê, hatin jinavbirin!

08 May 2023 15:00 0 dîtin
Ukrayna: Bi dehan balafirên Rusyayê, hatin jinavbirin!

PeyamaKurd- Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bişev 35 balafirên bêmirov ên Îranê yên ku Rusya bi kar tîne, hatin jinavbirin.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat eşkerekirin ku hêzên Rusyayê şevê din bi 16 êrîşên moşekî; bajarên Karkov, Xerson, Mikolayiv û Odessa kirine armanc.

Hat diyarkirin ku di heman demê de 61 êrîşên asîmanî û 52 êrîşên bi roketan ên giran li ser hêzên Ukraynayê û bajarokan hatine kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Her wiha hat ragihandin ku di van êrîşên şevê de 35 balafirên bêmirov ên Rusyayê yên ku ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, hatine jinavbirin.

Di derbarê vê êrîşê de Şaredarê Kievê Vitali Klitschko jî ragihandibû ku li paytext Kievê herî kêm 5 kes birîndar bûne.