Ukraynayê, li balafirên Rusyayê da!

17 October 2023 15:00 0 dîtin
Ukraynayê, li balafirên Rusyayê da!

PeyamaKurd- Navenda Ragihandina Stratejîk a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, hêzên Ukraynayê bişev li nêzî Luhansk û Berdyanskê li helîkopterên artêşa Rusyayê û alavên balafirgehê daye.

Di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê de hat ragihandin ku di roja dawîn de leşkerên Ukraynayê 4 êrîş birin li ser herêmên ku leşker, çek û alavên Rusyayê lê kom bûne û yekîneyên moşekî yên Ukraynayê 2 helîkopter, depoyên cebilxane û cebilxaneya Rusyayê xistine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li eniya şer 72 pevçûn rû dane û hat parvekirin ku di roja dawî de artêşa Rusyayê 10 moşek û 68 êrîşên asîmanî li ser axa Ukraynayê pêk hanîne û gule berdane cih û wargehên leşkerên Ukraynayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêza Asîmanî ya Ukraynayê de hat diyarkirin ku Rusyayê bişev bi balafirên bêmirov û moşekên êrîşî axa Ukraynayê kir.

Hat ragihandin ku artêşa Rusyayê 6 balafirên bêmirov ên "Şahed" ji aliyê Qirimê ve şandiye û ji balafira Su-34 moşeka rêveber hatiye havêtin û wiha hat gotin, "Her 7 hedef ji aliyê pergalên me yên parastina asîmanî ve hatin jinavbirin.”