Ukrayna: Rusyayê, bi mosek û balafirên bêmirov êrîs kirin

14 August 2023 15:30 0 dîtin
Ukrayna: Rusyayê, bi mosek û balafirên bêmirov êrîs kirin

PeyamaKurd- Fermandariya Hêza Asîmanî ya Ukraynayê ragihand ku Rusyayê bi 15 balafirên bêmirov ên cureya Şahed û 8 moşekên Kalibr, êrîşî Ukraynayê kir.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, artêşa Rusyayê ji aliyê başûr-rojhilat ve bi balafirên bêmirov û moşekan êrîş kirin û wiha hat gotin:

“Dijmin 15 balafirên bêmirov ên Şahed-136/131 û 8 moşekên Kalibr bi kar hanîne. Hêzên Parastina Asîmanî bi hevkariya yekîneyên din ên hêzên parastinê hemû hedef hatin jinavbirin.”

Li gorî daxuyaniyê, li gelek deverên bajarê Odessayê ku di encama şerê dijî firokeyan de parçeyên moşek û balafirên bêmirov de li gelek deveran agir pêketiye û hat diyarkirin ku tîmên lêgerîn û xilaskirinê li cihê bûyerê dixebitin.