Rûsya: 2 balafirên bêmirov ên Kîevê hatin rûxandin!

16 September 2023 13:32 0 dîtin
Rûsya: 2 balafirên bêmirov ên Kîevê hatin rûxandin!

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, wan li herêmên Kaluga û Tverê 2 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat destnîşankirin, hewldana Kîevê ya ku bi şev bi 2 balefirên bêpîlot ên bi tîpa balafiran êrîşî tesîsên li ser axa Rûsyayê bike hat astengkirin.

Herwiha hat destnîşankirin, pergalên parastina hewayî balafirên bêmirov ên Ukraynayê li qada hewayî ya herêmên Kaluga û Tverê îmha kirine.