Li Singalê hêzên artêsa Iraqê hatin zêdekirin

07 May 2019 18:32 0 dîtin
Li Singalê hêzên artêsa Iraqê hatin zêdekirin

PeyamaKurd - Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li qeza Şingalê ragihand ku artêşa Iraqê hêzên xwe li lûtkeyên çiyayê Şingalê zêde kirine û Heşdî Şeibî jî ber bi Telaferê ve çûye.

‘TENÊ BEXDA HÊZÊN XWE ZÊDE DIKE’

Qadir Qaçax ji medya Kurdistanê re li ser mijarê wiha axivî:

“Li lûtkeyên çiyayê Şingalê artêşa Iraqê hêzên xwe zêde kirin. Wekî ku me zaniye Heşdî Şeibî jî ber bi Telaferê ve çûye. Ew hêza artêşa Iraqê ber bi Şingalê ve hatiye û tişta me jî zaniye tenê Bexda li vê derê hêzên xwe zêde dike, ew e.’’

‘LÎWAYA 20 HEMÛ LI ŞINGALÊ YE’

Herwiha berpirsê rêxistina fermandariya Şingalê ya Pêşmergeyên Kurdistanê Xelîl Şivan jî ji BasNewsê re diyar kir ku lûtkeyên Şingalê her ji devera Til Izêr û Til Qeseb û Til Binat heta digihe nêzîkî devera Beac, lîwaya 20 a artêşa Iraqê.

Xelîl Şivan wiha got: “Bêhtir jî ber bi sînorê Şingalê yê ji bo Sûriyê hatine bicihkirin. Li qeza Şingalê bo me jî eşkere nebûye dê çi bikin li deverê. Niha lîwaya 20 a artêşa Iraqê hemû hatiye devera Şingalê.”