Ji Hêzên Rûs-Tirk li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya leskerî
PeyamaKurd – Li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê ku hevsînorê bakurê Kurdistanê ye, polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê dewrîyeya hevbeş a leşkerî ya 49emîn gerandin.
Hat zanîn ku dewreyeya hevbeş ji 13 kîlometre ji deriyê Şêrik ê sînorî yê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û li gundên Şêrik, Dilîk, Bîrknîs, Qeyrewan, Aliye û Dehir El-Ereb geriyan û vegeriyan.
Piştî bidawîbûna dewriyeya hevbeş a di çorçoveya peymana Soçiyê ya navbera Tirkiye-Rûsyayê de pêk tê, hêzên tirk vegeriyan Bakurê Kurdistanê û yên Rûsyayê jî vegeriyan baregehên xwe yên li bajarê Qamişloyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin